PeyamaKurd - Parlamenterê berê yê HDPê yê bajarê Semsûrê Behçet Yildirim îro Çarşemê li mala xwe ji aliyê polîsên tirk ve hat binçavkirin.
Hat ragihandin ku Behçet Yildirim bi hinceta doza ‘endamtiya rêxistinê’ hatiye binçavkirin û ew birine navenda cenderme ya li bajarê Semsûrê.
Herwiha hatiye diyarkirin ku heta 24 saetan Dadweriya Nobedar a Semsûrê li ser dosyeya wî biryara nepenîbûnê daniye û li gorî wê biryarê rê nadin Yildirim bi parêzerên xwe re hevdîtinê bike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin