Mîrê Kuwêtê serdana Iraqê dike

Mîrê Kuwêtê serdana Iraqê dike

PeyamaKurd - Ajansa Kona ya fermî ya Kuwêtê ragihand ku Mîrê Kuwêtê Mîr Sebah Ehmed Cabir El Subah siba Çarşemê serdana Iraqê dike.

Di nûçeyê de hat gotin ku Mîr Sebah Ehmed El Subah dê roja 19.06.2019ê serdana Iraqê bike û derbarê naveroka serdanê de ti agahî nehatin dayîn.

Rejîma Beas a Iraqê bi seroktiya Sedam Hûsên sala 1990an êrîşî ser Kuwêtê kiribû û ew welat dagir kiribû.

Piştî ketina Sedam ji nû ve têkiliyên Kuwêt û Iraqê zindî bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin