Gavekî mezin bo çareseriya Îspanya û Katalonyayê tê avêtin

Gavekî mezin bo çareseriya Îspanya û Katalonyayê tê avêtin

PeyamaKurd- Pirsgirêka herî mezin ya di Îspanyayê de, pirsgirêka Katalana ye ku bi salaye di navbera wan de arîşeyên mezin hene. Katalonya dixwaze ji Îspanyayê veqete û bibe dewleteka serbixwe lê Îspanya li dijî vê daxwazê dertê. Niha her dû alî biryar dane ku di navbera xwe de komîsyonekî deynin da çarekî ji pirsgirêkê re bibînin û civîna wan ya yekem wê di nava vê mehê de çêbibe.

Serokwezîrê Îspanyayê Pedro Sanchez bi serokê hukumeta Katalanyayê bi Quim Torra re hevdîtinekî pêkanî ku 1,5 cezayê qedexeyê dabûnê dabûne Tora û parlemenetirya wî xistibûn. Hevdîtina her dû serokwezîran li serokwezîrtiya Katalonyayê 2 siet dewam kir û her dû bi hevre derketin ber çapemeniyê.

Serokwezîrê Îspanyayê got ku ev deh salê dawiyê mijara yekem ya Katalonyayê ye û qanûn bi serê xwe ne dermanin bo pirsgirêkê û pêvajoyeka nû destpêdike ku bingeha wê diyaloge. Ew, weka hukumet ji ti tiştekî natirsin ku dest bi diyalogê bikin. Serokwezîr got ku wê li benda pêşniyarên hukumeta Katalonyayê bin.

Serokê hukumeta Katalonyayê Torra da Sanchez got ku divê wan siyasetmedarên Katalan yên ku li derve ne û hatine cezakirin divê dagerin welat û bi hevkirina her du hukumetan, divê referandûmekî li Katalanyayê çêbibe.Şertên wan yên pêş ev her dû ne bo Îspanyayê.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin