PeyamaKurd - Serok Barzanî û Serokê Bereya Diyaloga Iraqî, guhertinên dawiyê û pêşhatên siyasî li ser asta Iraq û navçeyê gengeşe kirin.
Îro li Selahedîn, Serok Mesûd Barzanî pêşwaziya Serokê Bereya Diyaloga Iraqê Salih el Mutleg û şand a ligel kir, ku ji hejmarek ji endamên Mekteba Siyasî ya Bereya Diyaloga Iraqê pêk hatibûn.
Di hevdîtinê de, ku Sekreterê Mekteba Siyasî ya Partiya Demokrat a Kurdistanê Fazil Mîranî amade bû, di derbarê guhertinên dawî û pêşhateyên siyasî yên li ser ast a Iraq û navçeyê de, danûstandina bîr û ramanan kirin. Herwiha ronahî xistin, ser wan çareseriyên siyasî, ku dibin sedema pêşveçûna proseya siyasî, aramî û avakirina dewleta medenî.
Her di vê hevdîtinê de, tekezî li ser berdewamiya pêwendiyên di navbeyna her dû aliyan û hemahengiya sîyasî û parlemenî hate kirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin