PeyamaKurd – Neteweyên Yekgirtî (UN) ragihand ku rêxistina terorê DEAŞ li deverên şer tehdîde û tehdîda rêxistinê dewam dike. Cîgirê sekreterê giştî yê Neteweyên Yekgirtî ku ji têkoşîna bi terorê re berpirse Vladimir Voronkov ragihand ku DEAŞ xwedî toreka tevliheve û li Afrîkayê zêdebûna şiddetê endîşe dide.
Li Neteweyên Yekgirtî, konseya ewlehiyê li ser rapora ku sekreterya NY amade kiribû, civîn kir û civîn di derbarê DEAŞê de bû. Vladimir Voronkov di axaftina xwe de got ku ciyê tehdîda DEAŞ lê tine, li wê derê îhtîmala şer gelek kêm e.
Voronkov got ku rêxistinên ku dûva DEAŞê ne, rêxistinên tevlihevin û xwediyê xwezayê ne. Bi taybetî li hinek deverên Afrîkayê şiddeta DEAŞê û grûbên bi ser DEAŞê endîşe didin mirovî û şerê li Sûdanê vê rewşê xerabtir dike.
Voronkov got ku li Afxanistanê ji bilî DEAŞê 20 rêxistinên terorê hene û rewşa wê derê ciddiye. Bi xêra têkoşîna bi terorê DEAŞ hiyerarşiya xwe û merkeziyetkariya xwe kêm kiriye. Li Sûriyê jî kampên ku DEAŞ di wan tên girtin, rewşa xerab di wan de dewam dike.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin