Mark Rutte: Di wexta nêz de tehdîdekî li ser axa NATOyê tineye

Mark Rutte: Di wexta nêz de tehdîdekî li ser axa NATOyê tineye

PeyamaKurd – Sekreterê giştî yê NATOyê Mark Rutte ragihand ku ji bo demekî nêz tehdîdekî ji bo ser welatên NATOyê tineye, welew bibe jî hevkariya NATOyê dikare bi tehdîdan re derê serî û di mijarê de amadeye.

Mark Rutte, ragihandina xwe di zîrwa li Brukselê de di zîrwa ku ji aliyê Euronewsê de hatibû amadekirin ya bergiriyê û fezayê de kir.

Rutte di axaftina xwe de behsa şerê Rûsya-Ûkraynayê, êrîşên ser Îranê û li ser bergiriya Ewrûpayê kir û di mijarên navborî de raveyan kir.

Rutte behsa nameya Rûsyayê ya ji NATOyê re şandiye kir û got wê nikaribe behsa naveroka nameyê bike lê name ketiye ser çapemeniyê. Rutte got:

“Me esas weha got: Binêrin. Em hevkariya bergiriyê ne. Dest ji tehdîda nuklerî berdin. Ne di cîh de ye û feda wê nîne. Bi taybetî dawiyê li şerê Rûsyayê bînin. Putin dizane ku bi NATOyê nikare, NATO, ji Rûsyayê gelek xwurttire. Rêyekî ku me têk bibin nîne. Ji aliyê tehdîdên hîbrîtî û ji aliyê her rewşên din de, rewşa me temame.”

Rutte, her weha behsa rawestandina şerê Rûsya û Ûkraynayê kir û got ku tenê serokê DYAyê Trump dikare şer rawestîne lê Putin jî terefdarê aştiyê nîne. Li ser mijara Îranê jî Rutte weha got:

“Serokê Amerîkayê tehdîda ser Îranê ji ortê rake û tengava wê kêm bike, gelek girînge. Helbet hinek terefên wê yên neyînî hene. Ev zelal e. Lê ez li vê derê li terefên wê yên erînî dinêrim. Ez terefê ku Amerîka li hemberê Îranê bikeve nav tevgerê me. Dibe temamê endamên NATO ne di vê fikrê de bin lê ev di navbera me de nabe arîşe.”

Rutte behsa atmosfera NATOyê kir û gelek mukemmel pênase kir. Ji ber ku êdî Ewrûpakî heye dikare berpirsiyariya xwe bigre terefê xwe. Serok Trump ji NATOyê hez dike lê Trump tenê ji yek tiştekî nefretê dikir ku ew jî Ewrûpa mesrefa xwe nedikir.

Rutte, behsa avahiyên esasî yên sanayiya Ewrûpayê kir ku têra xwe pêş neketiye, têra xwe hilberînê nake û gelek fabrîke hene ku bi temamî naxebitin.