Fransa zirîpos û mûsekan dide Ûkraynayê

Fransa zirîpos û mûsekan dide Ûkraynayê

PeyamaKurd - Wezîrê Parastinê yê Fransayê Sebastien Lecornu ragihand ku li gel zirîpoş û mûşekên dijî hewayî, Parîs plan dike ku pakêteke nû ya alîkariyê pêşkêşî Ûkraynayê bike.

Lecornu di hevpeyivîneke de ligel rojnameya La Tribune de got, "Ji bo kontrolkirina xeta pêşiyê ya ewqas berfireh, pêdiviya artêşa Ûkraynayê bi amûrên me yên zirxî yên VAB heye. Ev amûr bi temamî ji bo tevgera leşkeran pêwîst in."

Fransa niha van amûrên şer ên ku hin ji wan zêdetirî 40 salî ne, ji kar derdixe da ku li şûna wan amûrên zirxî yên nû yên Griffon bi cih bike.

Lê belê Lecornu diyar kir ku amûrên kevin hê jî di karê xwe de xizmetê dikin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin