PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li ser sînorê rojhilatê welatê Sûdanê, hêzên ewlehiyê zêdetirî 500 çekên Tirkî yên bi qaçaxî derbas bûbûn girtin.
Berdevkê polîsê Wîlayeta Qedarif a Sûdanê ragihandiye ku hêzên wan li herêma Qilûd a sînorî zêdeyî 500 çekên Tirkî yên bi rêyên qaçax derbasî welat bûbûn girtin.
Rayedarê Sûdanî daye zanîn ku piştî şopandina wan kesên qaçaxçî operasyon hatiye kirin û dema operasyonê qaçaxçîyan çekên ku li pişta devehan kiribûn hiştine û reviyane.
Li gorî çavkaniyên ewlehîya Sûdanê destê rêxistina Ixwan el- Muslimîn di karê anîna çekên Tirkiyê bi qaçaxî de heye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin