PeyamaKurd- Serokê giştî yê WHO (Rêxistina Tenduristiyê ya Dinyayê) yê Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus ragihand ku perçebûn, nebûna yekîtiyê di welatan de bo belavbûna kovid-19 ê li seranserê dinyayê dibe alîkar. Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus ji welatê Îswîçreyê, bi rêya video konferansê tevlî civîna çapemeniyê bû û got:
“Paldemiya herî xerab hêj nehatiye. Bo vê gotina xwe xemgînim. Lê di nav van şert û mercan de endîşe dikim ku rewşa Kovidê ya herî xerab were. Li dinyayê heya niha ji 10 mîlyonan zêdetir kes bi vîrusê ketine û di ser 500 hezarî de nexweş mirine. Di mehên pêşiya me de, dê temamê welatan bi pirsekî rê rû bir û bimîne; bê em ê çawa bi vê vîrusê re bi hevre bijîn.”
Dr. Tedros Adhanom Ghebreyesus her weha behsa siyasîkirina mijara Kovid-19 ê kiriye û dilgiraniya xwe li hemberê vê kiryarê aniye ziman.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin