PeyamaKurd – Li Hewlêrê li pêş binkeya Netewên Yekbûyî (NY), ji bo piştevaniya Rojhilatê Kurdistanê û Îranê çalakiyek hat lidarxistin.
Hat ragihandin ku di xwepêşandanê de kuştina keça Kurd Jîna Emînî ya ji aliyê hêzên ewlehiya Îranê ve hat şermezarkirin û daxuyaniya piştevaniyê ji bo daxwazên rewa yên xelkê Rojhilatê Kurdistanê ji aliyê nûnerên çalakvanên sivîl ên Başûrê Kurdistanê ve hat xwendin.
Herwiha di daxuyaniyêde hat eşkerekirin: “Em piştgiriyê ji xwişk û birayên xwe yên li Rojhilatê Kurdistanê re radigihînin û Şehîd Jîna Emînî jî wek sembola azadî û perçiqandina xelkê ya ji aliyê Îranê ve pênase dikin.”
Hat destnîşankirin, tişta li Rojhilatê Kurdistanê pêk tê, xetimandina birîna netewî ye, ne ku lêçek û rûseriye û ji ber wê jî xwîna bi dehan û sedan şehîdan wê bibe hêvinê azadî û jîriyê ji bo Kurdistanê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin