PeyamaKurd- Hindistan niha ne di nava dorpêça ser Îranê de ye ku jê petrolê nekire. Hindistan di vê mehê de, li gor meha borî kirîna petrola xwe ji Îranê %36 zêdetir kir û kirîna petrola xwe ji Erebistanê %13 kêm kir.
Li gor rêjeyên rêxistina bazirganî û îstatîstîka Hindistanê, di meha êlûnê de ji Îranê 1,89 mîlyon ton petrola xam kiriye û di meha cotmehê de ev reqem derketiye 2,57 mîlyon tonê ku bi bihayê 1,42 mîlyar dolarî petrolê kiriye.,Hindistan petrola herî zêde ji Iraqê kirî. Di meha cotmehê de ji Iraqê 4,39 mîlyon ton petrol kirî.
Hindistan piştî welatê Çînê petrola herî zêde ji Tehranê kiriye û miqdarê wê gihaye 17,62 mîlyon tonê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin