Sêx Cehfer Mistefa: Pêwîstiya me bi artêseke yekgirtî ya Pêsmerge heye!

Sêx Cehfer Mistefa: Pêwîstiya me bi artêseke yekgirtî ya Pêsmerge heye!

PeyamaKurd - Fermandarê yekîneyên 70 yên YNKê radigehîne ku serokatiya herêmê û hikûmeta me heye û pêwîstiya me bi artêşekî Pêşmerge ya yekgirtî heye, ku wêneyê partîcîtiyê pê ve nebe û bi wê hêviyê gelê dikare bibe xwedî cîhana xwe.

Şêx Cehfer Mistefa

Namzedê YNKê yê ji bo cîgirê serokê herêma Kurdistanê û fermandarê yekîneyên 70 yên YNKê Şêx Cehfer Mistefa ji basnewsê re ragehand: ‘’Em îro xwedî serokatiya herêmê û hikûmetê ne, ji ber wê jî pêwîstiya me bi artêşekî Pêşmerge ya yekgirtî heye, ku ti wêneyekî partiyan pê ve nebe. Ji bo bibe artêşa hikûmetê û gel, ango bi hemû aliyan ve serokatiya herêmê, hikûmet û wezareta Pêşmerge ve em hewl didin bo hikûmeta nû hemû hêzên Pêşmerge bike yek û ti Pêşmergeyek jî li derveyî wezaretê nemîne.’’

Şêx Cehfer Mistefa got, sedemê yeknegirtina hêzên Pêşmerge ji berê de ‘’hin pirsgirêk hene’’ yek ji wan jî şerê DAIŞê ye, pirsgirêka budce ye û divê artêşa Pêşmerge perwerde kirîbe û xwedî çek be bo parastina destkewtan û li hember her metirsiyekî li herêmê bikare tekoşîn bike.’’

Derbarê bername û projeyên wî bixwe de jî wek cîgirê serokê herêma Kurdistanê Şêx Cehfer Mistefa got: ‘’Dikeve ser wî desthilatê ku fermandarê giştî yê hêzên çekdar bide me. Lê ez bi navê xwe li her cîhekî bim ê ku pirsgirêkê çêbike nabim, dibim kar asankar û rêxweşker û çareserker û alîkar û hemaheng dibim bo bernameyekî li xizmeta xelk û Pêşmerge de be’’

Herwaha got: ‘’Armanca min xweşî û serkeftina gelê me ye û parastina destkewtane û bi wê hêviyê gelê me bibe xwdî cîhana xwe û bi hemû hemû şiyana xwe alîkar dibin û hemû ferman û biryarên ku jorî min ve bên dayîn jî pêktînim.’’

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin