PeyamaKurd – Serokê Rûsyayê Vladimir Putin di daxwyaniya xwe de gotibû ku NATO eskerên xwe bişîne Ûkraynayê, wê çekên nuklerî bikarbîne. Di pey vê daxwuyaniya Putin de, hêj 24 seet derbas nebû, Rûsya ceribandina fuza bi navê ‘Yars’ê kir.
‘Yars’ fuzeyekî nuklerî ya balîstîke, menzîla wê 12 hezar km ye û di ceribandinê de Rûsya biser ketiye. Ragihandina biserketinê ji aliyê wezareta bergiriyê ya Rûsya de hat kirin.
Li gor ragihandina wezareta bergiriyê ya Rûsyayê; ceribandin li baregeha fezayê ya Plesetskê hat kirin. Wezaret got ku fuze biserkeftin gihaye hedefa xwe ya poligona Kurayê ya li Kamçatkayê.
Mesafa navbera baregeha fezayê ya Plesetskê û ciyê hedefê ku Kura ye, 5 hezar û 600 km.ye. Hat gotin ku Yars nakeve ber dîdara sîstemên parastinê û di heman wextê de dikare bi hevre li 3 heya 6 hedefan bixe.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin