PeyamaKurd-Piştî kuştina Qasim Silêmanî û Muhendîs Iraqê biryarê da ku bê agahî û erêkirina serokwezîr û fermandarê giştî yê artêşa Iraqê Adil Abdulmehdî, wê hêzên koalîsyonê ti operasyon neke.
Berdevkê leşkerî yê Adil Abdulmehdî tûxgeneral Abdulkerîm Xelef ragihand ku wê koalisyona li dijî DEAŞê bê agahiya serokwezîrê Iraqê operasyonan nekin û wê îzin nedin.
Xelef, li ser biryara NATO yê ya ku perwerdeya li Iraqê rawestandibû, NATO yê bê minnet kir û weha got:
“Bo perwerdekirina artêşa me, rêyên me yên din alternatîv hene.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin