PeyamaKurd – Nûnerê Partiya Komarê ya Gel yê CHP ê yê li Amerîkayê Yurter Özcan ji bo cejna xwe derbas bike, îro gihaye balafirgeha Îstenbolê û li balafirgehê ji aliyê polîsan de hatiye binçavkirin. Özcan, di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihandiye ku serdozgerî di derbarê wî de biyara binçavkirinê daye.
Özcan, di wexta kontrola pasaportê de hatiye binçavkirin û di ser Twitterê de weha gotiye:
“Ji bo cejna Remezanê ji Amerîkayê hatim Îstenbolê û li balafirgehê min xistin binçav. Dozgerî di derbarê min de biryara girtina min daye. Ez mijarê baş nizanim. Bende me ku îfade bidim. Bi rêzdarî digihînim raya giştî.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin