PeyamaKurd – Serokê CHP ê Kemal Kılıçdaroğlu li bajarê Sinopê li navenda Çandê bi muxtaran re civiya û pirsên wan bersivand. Kılıçdaroğlu li ser pirsên muxtaran weha got:
“Me ti carê negot em bi HDP ê re bûne yek partî lê taybetmendiyeka me heye. Dîrok vê taybetmendiyê kiriye barê me. Ez li hemberê zilmê bêdeng namînim. Li hemberê niheqiyê bêdeng namînin.
Em namzedin da pirsgirêkên welat çareser bikin, Ez ê şarser bikim. Kî çi dibêje bila bêje. Ti pirsgirêkekî vî welatî tineye ku çareser nebe. Bes aqil hebe.
Tirkiye xwediyê çavkaniyên dewlemende. Pere heye bo çi tineye? Di yek mehekî de 128 mîlyar dolar bi ku de çû? Bi 128 mîlyar dolarî temamê pirsgirêkên bingehîn yên gundan çareser dibûn. Serokê banka navendê xwest bizanibe lê wî jî ji wezîfê girtin.
Bi HDP ê re îttîfaqeka me hebû. Navê wê ‘Îttîfaqa Milletê ‘ bû. 4 partî hebûn. İYİ Parti , Demokrat Partî, Saadet Parti û Cumhuriyet Halk Parti. Ev îttîfaqa me bû. HDP partiyeka dinê ye û em yeka dinê ne. Em ti carê nebûn heman partî. Pêxemberê me gotiye. Em li hemberê zilmê bêdeng namînin. Em jî namînin.
Melih Gökçek ne ji partiya me ye. Deng nedaye CHP ê. Lê min mafê wî parast. Ew kesê ku xelkê wî bijartiye tu nikarî bi zorê pê îstîfa bidî kirin.
Li Tirkiyê 10 mîlyon û 750 hezar kes bê îşin. Kesên zankoyê qedandinê jiyana xwe di bêkariyê de derbas dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin