PeyamaKurd – Sekreterê Partiya Kurd ya Demokrata Çep ya Sûriyê Salih Gedo bo K24 ê axifiye û di axaftina xwe de gotiye ku dê di nêz de di navbera ENKS ê û PYNK ê de diyalog destpêbikin. Salih Gedo ragihandiye ku bi sedema hinek tiştên teknîkî bo hevdîtinan navber ketiyê û rewşa têkiliyên navbera her dû aliyan rave kiriye.
Gedo ragihandiye ku diyaloga navbera her dû aliyan neqediyaye û heyeta Amerîkayê ya ku di navbera her dû aliyên Kurdan de, di hevdîtinan de pêşvaniyê dikin, bi sedema hilbijartinên Amerîkayê hêj venegeriyane.
Wê di tûra 3 yem de her dû alî li ser mijarên rêvebirî, leşkerî û perwerdeyê rawestin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin