Rêvebirê OPCWê: “Beyannameya çekên kîyewî ya Sûriyê rast nîne”

Rêvebirê OPCWê: “Beyannameya çekên kîyewî ya Sûriyê rast nîne”

PeyamaKurd – Di civîna Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Hevgirtî de rêvebirê Rêxistina Qerxekirina Çekên Kîmyewî (OPCW) Fernando Arias ragihand ku rejîma Sûriyê di sala 2014 an de goya stoka çekên xwe yên kîmyewî îmha kiriye, lê mirov nikare vê gotina Sûriyê rast qebûl bike.

Arias got ku di 22 yê êlûnê û 3 yê cotmehê de di navbera rejîma Sûriyê û tîma deglerasyonê ya rêxistinê de, li Şamê civînên şêwrê çêbûne û rejîma Sûriyê beyan kiriye ku ti carê tesîsê di hilberîna çekên kîmyewî de bikarneaniye. Lê rêxistin ji tesîsê nûmûne sitendiye û nûmûne nîşan dide ku hilberîna ajanên asabê (sînîr) û çekdarkirina wan di heman tesîsê de çêbûye. Fernando Arias di civînê de got ku doneyên ku ji tesîsê bidest xistine û beyanên rejîmê qiyas kirine û weha got:

“Heya îro dema her tiştî didin ber çavên xwe, tiştên nelihev û li dijî hev zelal nebûn. Beyannameya ji aliyê Sûriyê de hatiye pêşkêşkirin temam û rast nayê qebûlkirin.”

Rêvebirê OPCW di axaftina xwe de got ku di meha nîsanê de tîma wan ya lêpirsînê rapora xwe daye û di raporê de heye ku di adara sala 2017 an de hêzên hewayî yên rejîma Sûriyê li Ltamenahê, di êrîşekî de xaza sarînê û klorê bikaranîne. Diviya rejîm di nava 90 rojan de, çekên di êrîşan de bikaraniye ragihanda lê wê yekê bicîh neanî.

Arias, her weha ragihand ku ji Sûriyê stoka wan ya îro ya çekên kîmyewî daxwaz kirine.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin