PeyamaKurd - Seroka Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) li Parlementoya Iraqê Viyan Sebrî ji medya Kurdistanê re li ser danûstandinên ligel hikûmeta Iraqê ragihand ku ew di mûçeyê û mafên gelê Kurdistanê de ti tawîzê nadin.
Seroka Fraksiyona PDK li Parlamentoya Iraqê Viyan Sebrî got: “Ji bo civîna Parlementoya Iraqê 100 îmza hatine komkirin, ji ber wê jî desteya serokatiyê dema civînê diyar kiriye, ji aliyê din ve daxwaz ji bo vê pirsê hene, ji ber ku roja Înê betlaneya yasayî dest pê dike.”
Viyan Sebrî da zanîn, em bi berdewamî di gotûbêjan de ne da ku em bigihin encameke ji aliyê Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî ve were qebûlkirin.
Sebrî destnîşan kir: “Em berdewam in li ser hewlên xwe yên ji bo yekxistina hemû mafên Herêma Kurdistanê, em li ser mûçe û mafên gelê kurd ti tawîzekê nadin, emê bi nerîn û lihevhatineke qebûlkirî hewl bidin ku mafên destûrî û yasayî yên Herêma Kurdistanê bidest bixin.”
Hêjayî gotinê ye, Komîteya Darayî ya Parlamentoya Iraqê bi piştevaniya Fraksiyona Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) hinek sererastkirin li ser madeyên girêdayî maf û heqên Herêma Kurdistanê di bûdçeya Iraqê de kirine ku li dijî mafên gelê kurd in û ger ew made bikevin pratîkê dibe ku hemû mûçeyê Kurdistanê bê birîn.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin