PeyamaKurd – Serokerkanê artêşa Îngîltere Tony Radakin, di konferansa ku ji aliyê Enstituya artêşa Îngîltere ya Qraliyetê (RUSI) de, konferansa ku di bin serikê ‘Şerê Bejayiyê’ de hatibû amadekirin de axifî. Radakin li ser niqaşa mijara leşkeriya mecbûrî ya ku berya hilbijartina 4ê Tîrmehê dihat kirin got ku ne hewceye li serê niqaşê bikin. Radakin weha dewam kir:
“Bi qederê ku divê em xwurtbin, em ew çend xwurt nînin û em dilnizmin ku em vêya qebûl bikin û ji bo em vêya rast bikin, em xwurtin û divê em li ser mijarê hûr bibin.
Hinek zahmetiyên me yên fînansê yên nêz hene ku divê em wan çareser bikin. Em bi veberhênana ku roj têr nakin re têdikoşin. Kêmasiya personel, ekipman, stok, perwerde û teknolojiyê heye.”
Radaksin li ser şerê Rûsya û Ûkraynayê got ku Rûsya serpereştiya dijminên Rojava dike û di şer de tiştnên ku wenda kiriye, wê piştî deh salan karibe deyne şûna wan.
Li ser qiyasa artêşa Rûsya û Îngîltere Radakin got ku ew NATOne, her dû nayên qiyas kirin û serdestiya NATOyê li hemberê Rûsyayê gelek zêdeye. Li hemberê hêza NATOyê ya konvansiyonel, tehdîda Rûsyayê ya nuklerî heye lê heya ev serdestiya hêzê hebe, bawer nake ku Rûsya êrîşê bike.
Radakin di axaftina xwe de got ku jimara leşkerên NATOye yên di bin çekan de 3,2 milyon û yên Rûsyayê 1,2 milyone. Radakin balê kişand ser xala 5an ya NATOyê ku eger êrîşê ser welatekî endamê NATO yê bêkirin, tê vateya ku êrîşê temamê NATOyê dike û weha dewam kir:
“Dibe ku Putin raste rast êrîşê endamekî NATOyê ku xala 5an bixe dewrê neke. Me dît ku di halê sîberî de û di bin avê de ku dîjîtala me ya bingehîn gelek qels bû, çawa me tehdîd kir. Weka leşker rola me ya leşkerî ewe ku em baweriyê bidin xelkê û di biryarên xwe de xwurt bin. Dibe tehdîd biguhirin û pêşde herin. Em her wext wan di ber çav de derbas dikin û li gor îstîxabarata ku em ji hevkarên xwe distînin, qiyasan dikin.”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin