PeyamaKurd – Serokê Amerîkayê Donald Trump, Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ku girêdayê Neteweyên Yekbûyî (NY) ye bi dayîna agahiyên nerast ên derbarberê belavbûna vîrusa koronayê de û bi alîgiriya Çînê tawanbar kir.
Trump îro 6ê Nîsanê di twîteke xwe de bal kişand ser ku WHO piranî ji aliyê Amerîka ve tê fînansekirin, lê navenda xwe Çînê dibîne û ew dê li ser vê bisekinin.
Trump herwiha dibêje, wî pêşniyarên WHOyê yên vekirîhiştina sînoran red kiriye û dipirse, Çima agahiya nerast dan me?
Trump berî niha jî Çîn bi belavkirina vîrusê tawanbar kiribû û gotibû, heger wan dinya bi rastî agahdar bikira niha pêşiya pandemiya Covid-19 hatibû girtin.
Li gorî amarên dawî li Amerîkayê heta niha 370 hezar kes bi vîrusa korona ketine û 11 hezar kes jî pê mirine ku li gorî pêşbîniyan dibe ku hejmara miriyan bigihîje heta 250 hezar kesan jî.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin