PeyamaKurd - Şêwirmendê Encûmena Asayîşa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî îro Çarşemê bi balyozê Brîtanya yê Iraqê Jonathan Wilks û şande pê re civiya.
Di hevdîtina ku konsûlê giştî yê Brîtanyayê li herêma Kurdistanê Martin War jî amade bû, pêşketinên navçeyê û pêngavên pêkanîna hikûmeta herêma Kurdistanê û pêşveçûnên peywendiyên navbera Hewlêr û Bexdayê hatin axaftin.
‘DIVÊ BRÎTANYA ROLA ERÊNÎ BIGIRE SER XWE’
Herwiha pirsgirêk û tengezariyên Kerkûk, Şingal û hemahengiya navbera hêzên Pêşmerge û artêşa Iraqê ya li dijî terorîstên DAIŞê di civînê de hat gotûbêj kirin û Mesrûr Barzanî balkişand ser guftûgoyên navbera Bexda û Hewlêrê û hêvî xwest ku di pêşerojeke nêzîk de ew guftûgo bigihin encamê.
Barzanî ji şanda Brîtanyayê daxwaz kir ku rola xwe ya erênî bigire ser xwe ku di berjewendiya çareseriyê de be.
BALYOZÊ BRÎTANYA JI BO KABÎNEYA NÛ SERKEFTIN XWEST
Balyozê Brîtanyayê jî kêfxweşiya xwe ya li hember pêşkeftinên herêma Kurdistanê û berdewambûna guftûgoyên navbera Bexda û Hewlêrê anî ziman û piştevaniya welatê xwe bo pêşketina peywendiyan û alîkarî dayîna herêma Kurdistanê ya di hemû aliyan de diyar kir û hêviya serkeftinê di serokatiya kabîneya nû ya hikûmeta herêma Kurdistanê de ji Mesrûr Barzanî re xwest.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin