Li Rewandizê peykerê hevrêyê Barzaniyê Nemir yê efsaneyî Wehab Axa hat vêkirin

Li Rewandizê peykerê hevrêyê Barzaniyê Nemir yê efsaneyî Wehab Axa hat vêkirin

PeyamaKurd – Peykerê hevrêyê Mele Mistefa Barzanî, Ebdulwehab Mihemed Elî Rewandizî (Wehab Axa) ku li devera Rewandizê kesayetekî naskirî ye, li gundê wî yê Rewandiz a Hewlêrê bi merasîmekê hat vekirin.

Di merasîma ku nûnerê Serok Barzanî Sîdad Barzanî, kurê Wehab Axa siyasetmedar Azad Cundiyanî, nûnerên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û yên PDKê, Navenda Rewşenbîrî ya Rewandizê, hunermend, malbat û merivên wî beşdarî merasima bîranîna wî bûn.

Peykerê Wehab Axa li gundê Cundiyan ê Rewandizê hat vekirin û ew Pêşmergeyê pêşeng ê Kurdistanê hat bibîranîn.

Ebdulwehab Mihemed Elî Rewandizî (Wehab Axa) li Komara Kurdistanê û di Şoreşa Îlonê de Pêşmergetî kiriye û di nav yekem damezrînerên Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) de cî girtiye.

Ji bo çêkirina peykerê ku 550 kîlo û 3 metre bilind e, wêneyê efsaneyî yê Wehab Axa ku li Zindana Mûsilê bi kelemçe hatibû girtin, nimûne hatiye girtin.

Peyama Serok Barzanî hat xwendin...

Di merasîmê de Sîdad Barzanî peyama Serok Barzanî xwend û got, Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Wehab Axa di destpêka salên 1940î de tevlî tevgera neteweyî ya Kurdistanê bû û di dîroka tevgerên Kurdistanê de şopa xwe hîşt.

Barzanî amaje bi wê yekê kir ku Wehab Axa şoreşgerekî ku di sala 1943an de di Şoreşa Barzan de û di sala 1946an de li Komara Kurdistanê ya Mehabadê li kêleka Rêberê Nemir Mele Mistefa Barzanî bû û got, “Wehab Axa ku yek ji fermandarên Pêşmerge bû, di sala 1946an de li Mehabadê bi Nemir Barzanî, Hemze Ebdullah, Nûrî Ehmed Taha, Bekir Hawêzî, Mistefa Xoşnaw, Îzzet Ebdulezîz û hevalên din re Partiya Demokrat a Kurdistanê damezrand.”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin