PeyamaKurd- Hevserokên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) û Hevberdevkên Partiya Çep a Kesk (YSP), di derbarê encamên hilbijartinê de daxuyaniyek da.
Hevserokê Giştî yê HDPê Mîthat Sancar, di nirxandinên piştî hilbijartinan de got ku
“Me di derbarê Hilbijartina Serokomariyê de biryareke stratejîk da. Em dibînin ku ev biryar ji aliyê hilbijêrên me ve hatiye qebûlkirin û bicihanîn. Ev biryara me, faktora herî girîng bû ji bo wê yekê ku hilbijartinên serokatiyê di berjewendiya cureya yekem a hevpeymaniya giştî de neyên encamdan.
Qonaxa duyem li pêş e û pabendbûna dengderên me, bi biryarên stratejiya siyasî ya partiyê, bûye faktora diyarker.
Hevberdevka Partiya Çep a Keskan Çîgdem Kiliçgun Uçar jî axivî bi spasiya hilbijêran dest bi daxuyaniya xwe kir.
Çîgdem Uçar destnîşan kir ku ew bi tevahî nikaribûne bigihîjin armancên xwe û diyar kir ku ew nikarin encaman wekî serkeftinê bibînin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin