Ji Amerîkayê ji bo pêsmergeyan alîkariya mezin!

Ji Amerîkayê ji bo pêsmergeyan alîkariya mezin!

PeyamaKurd- Meclîsa Nûneran ya Amerîkayê, qanûna ku 290 mîlyon dolarî alîkariyê dide pêşmergeyan qebûl kir.

Di vê qanûnê de ev maddeyên henê hene:

*Hêzên pêşmergeyan ji bo ku IŞÎDê têk bibin û bi tevahî ji holê rakin, gelekî piştgirî da Amerîkayê û hê jî dide.

*Di civaka Iraqê de pêkanîna îstîkrar û xweşbîniyê pir girîng e û divê ku hemî komên etnîk û baweriyê xwe ewle hîs bikin û IŞÎD bi tevahî ji holê were rakirin.

*Ji bo em operasyonên li dijî IŞÎDê bi rê ve bibin û Hêzên Pêşmergeyan jî piştgiriyê bide van operasyonan, ji bo sala 2019an divê em ji bo alîkariya Pêşmergeyan 290 mîlyon dolarî veqetînin. Ji bo em destketiyên xwe biparêzin û herêmê ji IŞÎD û hevalbendên wê biparêzin, divê alîkarî dewam bikin.

Di vê qanûnê de ji bo Hikûmeta Iraqê jî 560 mîlyon dolar hatiye veqetandin. Ji bo ev qanûn fermî bibe, di nava çend hefteyan de wê pêşkêşî Senatoya Amerîkayê were kirin.

Amerîkayê di sala 2018an de 364 mîlyon dolar alîkarî ji pêşmergeyan re kiribû.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin