Amerîkayê li ser Girava Tunba Mezin xist

Amerîkayê li ser Girava Tunba Mezin xist

PeyamaKurd - Fermandariya Hêzên Navendî ya Amerîkayê (CENTCOM) ragihand ku di çarçoveya êrîşên li ser Îranê de ku ev pênc roj in berdewam dikin, wan derbên giran li Girava Tunba Mezin a li deriyê tengava Hurmizê xistine.

Li gorî daxuyaniya CENTCOM'ê, ev êrîşa asmanî ku nêzîkî saet û nîvekê berdewam kir, sîstemên parastina deryayî, depoyên fuzeyan û navendên avêtina moşekan ên li ser vê giravê kirine hedef.

Hêzên Amerîkayê destnîşan kir ku ev operasyon bi armanca lawazkirina şiyana Îranê ya êrîşkirina li ser keştiyên bazirganî yên li herêmê hatiye encamdan û hûrgiliyên êrîşê wekî babeteke girîng a leşkerî ji raya giştî re hatin ragihandin.