PeyamaKurd - Li gundekî Serê Kaniyê, komên çekdar ên bi ser artêşa Tirkiyê ve, 3 kes bi tohmeta pêwendiya wan bi HSDê re heye, revandin.
Li gor Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirovan belav kir, komeke çekdar 3 kes ji gundê Hecac ê Serê Kaniyê, bi tohmeta “pêwendiya wan bi HSDê re heye” revandin û ber bi cihekî ne diyar ve birin.
Ji destpêka dagîrkirina Serê Kaniyê ve, ji aliyê artêşa Tirkiyê û komên çekdar, gelek welatî hatine revandin û eşkencekirin.
Herwiha li gor zanyariyên Rewangehê, berî çend rojan kesekî di girtîgeha koma El Hemzat de, bi eşkenceyê hat kuştin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin