AFP: Di êrisên esmanî yên rejîmê de tevî rojnamegerekî 18 sivîl bûne qurbanî

AFP: Di êrisên esmanî yên rejîmê de tevî rojnamegerekî 18 sivîl bûne qurbanî

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku roja yekşemê di êrişên esmanî yên rejîmê û Rûsyayê de li Idlibê 18 sivîl bûne qurbanî.

Ajansa Nûçeyan a Frensî (AFP) di nûçeya xwe de ku xwe dispêrê tîmên hawarçûnê, Rewangeha Çavdêriya Mafê Mirovan (SOHR), di êrişên esmanî yên rejîmê de 18 sivîl bûne qurbanî.

AFPê ragihand ku di nava kesên bûne qurbanî de endamê parastina sivîl a Xuzespiyan (White Helmest) û rojnamegerê ku ji bo AFPê re dixebitî Anas al-Dyab jî heye.

Tê gotin ku metirsî heye ku piştî êrişa roja yekşemê di bin xirbeyan zêdetir însan hebin û hejmara qurbaniyan zêde bibe.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin