Li Kiyêva paytexta Ukraynayê êrişa esmanî: 2 kes mirin

Li Kiyêva paytexta Ukraynayê êrişa esmanî: 2 kes mirin

PeyamaKurd - Di encama êrişa esmanî ya Rûsyayê de ku li ser Kîêva paytexta Ukraynayê hat pêkanîn, 2 kesî jiyana xwe ji dest da.

Şaredarê Kîêvê Wîtalî Klîçko da xuyakirin ku ji ber êrişê di garajekê de agir derketiye û cenazeyên 2 kesan hatine dîtin, her wiha gelek avahî û depo jî ziyan dîtine.

Rayedaran ragihandin ku li bajarên wekî Dnipro, Zaporijya û Kremenchukê jî binesaziyên pîşesazî û gelek avahiyên niştecihbûnê hatine armanckirin.

Li aliyê din, Serokomarê Ukraynayê Volodîmîr Zelenskiy di daxuyaniyekê de diyar kir ku li gorî agahiyên îstixbaratî yên herî dawî, Rûsya xwe ji bo "êrişeke berfireh û mezin" amade dike.

Zelenskiy destnîşan kir ku hêzên ewlehiyê û parastina esmanî di nava amadekariyan de ne, lê ji bo rûbirûbûna van êrişan pêdiviya wan bi piştgiriya zêdetir û dabînkirina çekên nû ji aliyê hevpeymanên wekî Amerîka û Ewropayê ve heye.

Wezareta Parastinê ya Rûsyayê jî daxuyanî da ku hêzên wan bi çekên hestiyar, mûşek û dronan li tesîsên pîşesaziya leşkerî yên li Kîêv û çend herêmên din ên Ukraynayê xistine.