Serok Barzanî sersaxî ji malbata Sehîd Adil Mihacir re xwest

Serok Barzanî sersaxî ji malbata Sehîd Adil Mihacir re xwest

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî, li ser koça dawî ya Hacî Omer Şêx Abdulla Mihacir, peyameke serxweşîyê bo malbata Şehîd Adil Mihacir belav kir.

Peyama Serok Barzanî:

Malbata rêzdar Hacî Omer Şêx Abdulla Mihacir

Bi xem û kovaneke zêde nûçeya koça dawî ya Hacî Omer Şêx Abdulla Mihacir, kesayetiyê navdarê devera Soran û bavê Şehîd Adil Mihacir gihîşt me.

Kak Hacî Omer, wekî kesayetiyekê têkoşer û niştimanperwer, malbat û nasên xwe li ser rêbaza kurdayetiyê û cangoriya ji bo gel û welat perwerde kir û bi wê navê da jî Şehîd Adil Mihacir mînakekê diyarê wê perwerdeye bû.

Serxweşiyê li malbata we ya têkoşer û tevahiya nasên û xizmên Mihacir dikîn û xwe bi hevbeşê xema we dizanîn.

Ji Xwedayê mezin hêvîdarîn giyanê Kak Hacî Omer bixe ber dilovaniya xowe û hedar û aramiyê jî bi hemû aliyek bibexşê.

Inna Lilleh We Inne Ileyhî Racîun (Em Ji Xweda Hatin Û Emê Dîsa Vegerin Xweda)

Mesûd Barzanî
06.05.2020

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin