Lîstikvana Hollywoodê Jennifer Lawrence heyran û şopînerên xwe di dema belavkirina xelatên Oscarê ya li Dubliya Los Angelesê de şaş û mat kirin.
Lawrence di wêneyan de derdikeve ku qedeheke şerabê di destê wê de ye û di ser kursiyan re dimeşe û eşkere ye ku serxweş e.
Berî niha jî bikarhênerên medyaya civakî rexne li Jennifer Lawrenceê girtibûn ji ber ku li gel hewaya sar jî fistanekî gelekî vekirî li xwe kiribû.
Lîstikvana Hollywoodê jî li ser hesabê xwe yê Facebookê wiha bersiv dabû: "Bi rastî jî ez nizanim ji kû dest pê bikin. Ev mesele ne tenê gewc e lê heqareteke giran e jî".
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin