PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî li ser kuştina Serokê rêxistina terorîst Ebûbekir Bexdadî peyamek belav kir.
Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, "Bêguman her kesek tawanbar û qatilê xelkê bêguneh bê, zû yan dereng her bi sizayê xwe digihe."
Serok Barzanî di berdewamê de balê dikişîne ser berdewambûna metirsiya DAIŞê û di peyama xwe de vê hişyariyê dide:
"Raste kuştina Ebûbekir Bexdadî bandorê li ser lawazbûna terorîstan ve dike, lê belê girîng ewe ye hemû aliyek bi taybetî civaka navdewletî agahdar bin ku kuştina Bexdadî bi wateya dawî hatina DAIŞê nîne û pêwîste hemû aliyek hişyar bin û li şerê dijî teror û rîşekêşkirina terorê de hemaheng û berdewam bin."
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin