PeyamaKurd - Li parêzgeha Duhokê ya Herêma Kurdistanê, bi merasîmekê pileya 315 polîs û efseran hat bilindkirin.
Rêveberê polîsê Duhokê Fexrî Ehmed da xuyakirin ku xebatên bilindkirina beşek ji polîsên Duhokê xilas bûye û got: “Ev xebat sê hefte berê dest pê kiribûn û di dawiya xebatê de pileya 315 polîs û efseran hat bilindkirin.”
Fexrî Ehmed herwiha bibîr xist ku, mixabin di xula perwerdeya polîsan de gule li polîsekî ketiye û can daye.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin