PeyamaKurd - Tê ragihandin ku dê di hikûmeta nû ya Iraqê de 2 wezîrên din ên Kurd cî bigirin.
Hikûmeta Iraqê ya bi Seroktiya Serokwezîr Adil Ebdulmehdî bi 8 wezîrên kêm hatibû ragihandin ku çav li rê ye ew 8 wezîrên mayî jî werin tayînkirin.
Hîn du wezîrên herdu wezaretên girîng Wezareta Berevaniyê ku pişka Suniyan e û Wezareta Navxweyî ya pişka Şîeyan nehatine diyarkirin.
Ji xeynî van herdu wezaretan 6 wezîrên din jî hîn diyar nebûne ku tê pêşbînîkirin di nav 8 wezîrên mayî de, 2 wezîrên din ji Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) werin destnîşankirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin