Nivîskarê rojhilatî Ako Celîliyan hat berdan

Nivîskarê rojhilatî Ako Celîliyan hat berdan

PeyamaKurd - Nivîskarê kurd ê ji Rojhilatê Kurdistanê Ako Celîliyan ku beriya bi hefteyekê li Kirmanşanê hatibû desteserkirin, hat berdan.

Nivîskar û lêkolînerê naskirî yê kurd li Rojhilatê Kurdistanê Ebas Celîliyan ku bi navê Ako Celîliyan naskiriye, beriya bi hefteyekê li bajarê Kirmanşanê ji aliyê hêzên ewlekariya Îranê ve hatibû desteserkirin, hat berdan.

Hêzên Îranê roja yekşemê 15.12.2019an li parêzgeha Kirmaşanê bi ser mala nivîskar Ako Celîliyan girtibûn û ew desteser kiribûn.

Nivîskar Ako Celîliyan 1972an da li bajarokê Îslam‌awa (Şaabad) yê ser bi Kirmaşanê ji dayik bûye. Yek ji nivîskarekî gelekî naskirî yê Rojhilatê Kurdistanê ye û di warê pêşketina zimanî de kar kiriye. Li ser şêwezarên Îlam û Kirmaşanê kar kiriye û gelek berhem amade kirine.

Hin berhemên Ako Celîliyan wiha ne:

  • Ferhenga Başûr: Wişenameyî Kurdî Xwarîn
  • Zerrîne û Sîmîne - 5 Cîld
  • Rengame: Kurteçîroke Kurdî
  • Agir Melûç, Roman Kurdî (Yekemîn Romana bi Zaravayê Kelhurî)
  • Gencîneyi Şêwezare Îranîyekan, Şêwezarinasî Parêzgayi Kirmaşan
  • Tarîkxane: Nasnameyekî Nû bo Dîrokekî Dêrîn 
  • Ferheng Kurdîka: Mezintirîn Wişenameyî Kurdî
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin