PeyamaKurd- Serokwezîrê berê yê Brîtanyayê Boris Johnson, daxwaza xwe ya ku bibe Sekreterê Giştî yê NATOyê ragihand. Johnson bal kişand ku NATO bi pozîsyona xwe ya niha ji her demê bihêztir e û got ku Swêd û Finlandiya dê di demeke kin de tevlî hevpeymaniyê bibin.
Boris Johnson, ji rojnameya Ukraynayê European Pravda re axivî û li ser pirsa,"Gelo hûn dixwazin bibin Sekreterê Giştî yê NATOyê?" got,
"Rêveberiya NATOyê? Ev fikreke gelek baş e, fikireke gelek baş e. Ez dixwazim tekez bikim ku ev fikira min heye û ez dixwazim kes ji bîr neke ku li vê derê namzetek heye. Dibe ku ez vê carê sûdewar bim.”
Johnson bi berdewamî got, "Bêguman ez xwe wekî berendam dibînim. Ev helwesteke baş û girîng e.Ez piştgiriyê didim gotinên Serokwezîrê berê yê Îtalyayê Mario Draghi ku gotibû, "Sekreterê Giştî yê NATOyê yê ku bê, dê ji YEyê be," lê dibe ku vebijêrkên din ên berendamên li derveyî YEyê jî hebin.”
Di Tîrmeha 2022 de, Rojnameya Telegraphê di hejmara xwe ya Tîrmeha 2022yan de nivîsand ku Boris Johnson dikare bibe Sekreterê Giştî yê NATOyê û nûçe di wê serdemê bandoreke mezin çêkiribû.
Lê belê ji ber şerê Rusyayê yê li ser Ukraynayê, erka Sekreterê Giştî yê niha Jens Stoltenberg heta Îlona 2023yan hat dirêjkirin. Her wiha heger erka wî nehatibûya dirêjkirin, Stoltenberg dê bibûya Serokê Banka Norwêcê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin