Awûstralya cezayên nû li ser Rûsyayê sepand!

Awûstralya cezayên nû li ser Rûsyayê sepand!

PeyamaKurd Hat ragihandin ku hikûmeta Awûstralyayê bi hinceta di şerê Rûsya û Ûkraynayê de alîkariya Rûsyayê kirine, cezayên nû li dijî bi dehan rêxistin û kesan sepand.

Wezîrê Karên Derve yê Awûstralyayê Penny Wong di daxuyaniya xwe de diyar kir, rêveberiya Awûstralyayê di warê berevanî, teknolojî û enerjiyê de li ser 35 saziyên Rûsyayê mueyîdeyên sepand.

Wong herwiha got, 10 kes di nav wan de berpirsên payebilind ên Rûsyayê û hem jî personelên payebilind ên leşkerî yên ji Belarusê jî hene, ketine lîsteya cezayan.

Alîkarên Serokwezîrê Rûsyayê Andrey Belousov û Dmitri Chernyshenko jî di lîsteya mueyîdeyan de cih girtin.

Wezîr Wong da zanîn, ceza bi hevrêziya bi hevkarên navneteweyî yên Avusturalya re hatine bicîh kirin da ku bandora herî zêde li ser kes û rêxistinên ku rasterast an nerasterast piştgirîya "dagirkirina neqanûnî" ya Rûsyayê ya Ukraynayê dikin, bikin.

Wong eşkere kir, "Em ji Rûsyayê daxwaz dikin ku tavilê ji Ukrayna û Belarusê vekişe û dev ji piştgirîkirina vî şerê bêaqil berde."

 
Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin