PeyamaKurd – Pêşmergeyê PDKÎyê Osman Mistefapûr ê piştî 28 salan ji girtîgehê derket û dîsa tevlî PDKÎyê bû, îro roja Sêşemê 07.09.2021ê ji ber nexweşiya Koronayê koça dawî kir.
Rêxistina Mafên Mirova Hengawê ji ser hesabê xwe yê Twitterê diyar kiriye, Pêşmergeyê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDKÎ) Osman Mistefapûr ji ber nexweşiya vîrûsa Koronayê koça dawî kiriye.
Çavkaniyên PDKÎyê destnîşan dikin, ji ber jiyana girtîgeh û îşkenceyê bedena Mistefapûrî gelekî lawaz bibû.
Girtiyên siyasî yên Kurd Osman Mistefapûr û Mihemed Nezerî, di 22.10.2019an de nêzîkî 30 salan zîndanîkirinê ji aliyê hikûmeta Îranê ve hatibûn azadkirin. Ew her du girtiyên siyasî yên Kurd di çarçoveya lêborîna giştî ya Rêberê Îslamî yê Îranê de hatibûn azadkirin.
Osman Mistefapûr, xelkê Pîranşarê 28 salan ji bahaneya endametiya PDKÎyê hatibû girtin û li zîndana navendî ya Ûrmiyê girtî bû.
Osman Mistefapûr di sala 1991an de piştî pevçûneke çekdarî di navbera Pêşmergeyên PDKÎ û hêzên Supaya Pasdaran de li navçeya Tirgever a Ûrmiyê, dîl hatibû girtin û her di heman salê de, dadgeha şoreşê ya Îranê biryara bidarvekirinê bi ser Mistefapûr de sepand lêbelê biryar nehat cîbicîkirin û di sala 2000 de cezayê bidarvekirina wî hilweşiya û ji bo 10 sal zîndanîkirinê hat kêmkirin.
Herwiha pişt re Liqa 1 a Dadgeha Şoreşê ya Ûrmiyê bi tohmeta endametiya wî di PDKÎyê de, cezayê 25 sal girtîgehê bi ser de sepand û bi wî awayî cezayê wî yê zîndanîkirinî bi giştî bû 35 sal.
Piştî derketina ji girtîgehê bi çend rojan, Osman Mistefapûr derbasî Başûrê Kurdistanê bajarê Koye bû û careke din ketibû nava rêzên PDKÎyê.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin