PeyamaKurd – Berê Fransa û Awûstralya peymana keştiyên noqvê îmze kiribûn lê paşî Awûstralya peymanê xera kiribû û bi Amerîka û Îngîltere re peyman girêdabû. Li ser mijarê navbera Fransa û Amerîkayê nexweş bû. Lê piştî bûyerê cara pêşîne ku li wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken û serokê Fransayê Emmanuel Macron li Parîsê rû bi rû û dirêj hevdîtin kirin.
Ji Qesra Elysee hat ragihandin ku derfet hene têkiliyên navbera her dû dewletan kûr bikin û bi taybetî têkiliyên di derbarê YA-NATO, Sahel û deverên Hint-Pasîfîkê de hevkariyê bikin. Di daxwuyaniyê de hat ragihand ku hevdîtina di navbera Blinken û Macron de dikare di navbera wan de car din baweriyê çêbike.
Blinken, jî di ser hesabê xwe yê Twitterê de ragihand ku bi Macron re hevdîtinekî girîng kiriye. Her weha di mijara YA, Sahel û Afxanistanê de li ser berjewendiyên ewlehiyê axifîne û dixwazin têkiliyên xwe bipêş bixin.
Blinken, bi wezîrê karên derve yê Fransayê bi Jean-Yves Le Drian re jî hevdîtin kiriye, di hevdîtinê de li ser heman babetên jorê axifîne.
Peymana navbera Fransa û Awûstralyayê bi bihayê 90 mîlyar dolarê Awûstralyayê bû ku dike 66 mîlyar dolarê Amerîkî ku wê Fransa ji Awûstralyayê re 12 keştiyên noqavê yên dizel û bi elektrîkê çêbikira.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin