PeyamaKurd – Kanada ji bo aboriya Rûsyayê bişkêne, kirîna alûmînyûm û hesinê pola ji Rûsyayê qedexe kir. Wezîrê darayî yê Kanadayê Chrystia Freeland ragihand:
“Ûkrayna dikare vî şerî qezenc bike û divê qezenc bike jî. Ji bo finansa Rûsyayê bibirin da ku Putin zêde Ûkraynayê îstîla neke û dahata wê kêm bikin, ji destê me çi tê em dikin. Kirîna hesinê pola û Alûmînyûm ya ji Rûsyayê me qedexe kir.”
Kanada heya niha li hemberê Rûsyayê ji 1.600an zêdetir kes û dezgeyan asteng kiriye û bi miqdarê 3.6 milyar dolarî destekê daye Ûkraynayê. Kanada di sala 2021an de ji Rûsyayê bi miqdarê 45 milyon dolarî alûmînyûm û bi miqdarê 213 milyon dolarî hesinê pola kirîbû.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin