Erdogan û Miçotakis ‘Danezana Atîna’ ya cîrantiya bas û dostaniyê îmze kirin

Erdogan û Miçotakis ‘Danezana Atîna’ ya cîrantiya bas û dostaniyê îmze kirin

PeyamaKurd – Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan, piştî krîz û aloziya 6 salan a bi Yûnanistanê re, îro 7ê Kanûnê bi şandeke bilind a wezîran serdana Atînayê kir.

Erdogan di serdana yekrojî de, ji aliyê Serokomara Yûnanistanê Katerina Sakelaropulu ve hate pêşwazîkirin û piştre jî bi Serokwezîrê Yûnanistanê Kiryakos Miçotakis re civiya.

Di civînê de ji bilî danûstandina li ser pêşxistina pêwendiyên aborî û bazirganî herwiha di navbera Erdogan û Miçotakis de, danezana cîrantiya baş û dostaniyê ya bi navê ‘Danezana Atînayê’ hate îmze kirin.

Li gorî wê danezanê dê Tirkiye û Yûnanistanê, bi awayê pozîtîf nêzîkatiyê li hev bikin û bi dîyaloga berdewamî gavên baweriyê didin dualî bavêjin.

Erdogan got ku ew bawer dike Civîna 5emîn a Konseya Stratejîk a Bilind a navbera Yûnanistan û Tirkiyeyê bibe sedema serdemeke nû ya bihêz û ragihand, ew dixwazin qabareya 5,5 milyar dolar bazirganiyê derxin 10 milyar dolaran.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin