Keçeke din a Kurd a Êzdî ji nav kampa Holê hat rizgarkirin

Keçeke din a Kurd a Êzdî ji nav kampa Holê hat rizgarkirin

PeyamaKurd Keçeke din a Kurd a Êzdî, ji nav kampa Holê ya Rojavayê Kurdistanê hat rizgarkirin û wê di demeke nêzîk de bigihê nava xizmên xwe.

Li gor Berpirsê Nivîsgeha Rizgarkiriyên Kurdên Êzdî Husên Qaydîji diyar kiriye: "Îro roja sêşemê 11.01.2022ê, li kampa Holê, keçeka din a Kurd a Êzdî ya ji aliyê çekdarên DAIŞê  ve hatibû revandin, hat rizgarkirin û ew ê rojên bê bigihê nava xizmên xwe.’’
Herwiha Husên Qaydî di berdewamiyê jî de da zanîn: "Ew keça bi navê (Roza Emîn Berekat) e ku 19 salî ye û di demên karesata sala 2014an a ser Kurdên Êzdî de hatiye revandin weke gelek Kurdên Êzdî yên ji aliyê çekdarên DAIŞê ve hatibûn revandin.’’

Husên Qaydî eşkere kiriye, di karesata sala 2014an heta niha 3.550 Kurdên Êzdî hatine rizgarkrin û heta niha jî, ji 2.800î zêdetir kes di destê DAIŞê de mane û nehatine rizgarkirin û di heman demê de, hewlên wan berdewam bin ji bo rizgarkirina wan revandiyan.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin