Sivan Perwer hêviyên xwe bo sala nû bi stranekê anîn zimên

Sivan Perwer hêviyên xwe bo sala nû bi stranekê anîn zimên

PeyamaKurd – Hunermendê navdar Şivan Perwer bi helkefta sala nû girtevîdeoyek parvekir û hêviyên xwe bo sala nû bi stranekê anîn zimên. Perwer di wê vîdeoyê de bi tembûra xwe xuya dike û dibêje, “Ya 2020ê bi xweşî rindî û dostî û başî were. Em jî xêrê bibinin, ma çi dibe?”

Hunermend Şivan Perwer di wê vîdeoyê de ligel tembûra xwe xuya dike sala nû oxir dike û pêşwaziyê li sala nû dike. Şivan Perwer ev video li ser hesabê xwe yê medya civakî parve kir.

Perwer di peyama xwe ya di forma stranê de dibêje, “Waye dîsa salek çû, sala nû ha daye dû… 2019 wa çû, 2020an daye dû. Li derinan xweş derbas bû, li deverinan xirab çû. Hêviya me sala nû xêr û xweşî were rû…”

Perwer di berdewamiya stranê de hêviyên xwe bo sala nû bi stranekê tîne zimên, “De were sala nû were, xêr û xweşiyê bîne bi xwe re... Bes e zorî û şerî, aştî û azadiyê bîne bi xwe re. Şahî û dîlan û xêrî, serseran û serçavan were…”

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin