Li Rojavayê Kurdistanê zanîngeh tê avakirin!

Li Rojavayê Kurdistanê zanîngeh tê avakirin!

PeyamaKurd- Nivîskarê Fransî Patrice Franceschi û hevalên xwe wê li Rojavayê Kurdistanê, li bajarê Amûdê zanîngehekê û navenda çandê vekin.

Navê zanîngehê wê bikin Navenda Çandê ya Rojava Frankofon û di qada zanistên teknîkî de perwerdeyê bide. Bingeha navendê hate avêtin û avakirina avahiyê dewam dike.

Li gorî çavkaniyên nûçeyan, nivîskar Patrice Franceschi wê projeyê xilas bike. Ji bo vê jî wê pereyan ji Fona înfaqê ya Asyayê (Fond de dotation ASIA-FdA) peyde bike. Patrice Franceschi ji bo avakirina zanîngehê di Tebaxa 2016an de bi erkdarên Rojava re peymanek îmze kiribû.

Li gorî projeya ku Mîmariya Pierre Audat amade kiriye, li kampûsa zanîngeha avahiya Perwerdehiyê, pirtûkxane û ji bo razanê cihê xwendevana û avahiya sporê tê avakirin. Di zanîngehê de lêkolîner, hunermend û seyyah wê dersê bidin.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin