PeyamaKurd - Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan ku meha Nîsanê hikûmeta wî hatibû hilweşandin, rastî êrîşeke çekdarî hat û birîndar b3u.
Partiya Tevgera Dadê ya Pakistanê (PTI) ragihandiye ku Serokwezîrê berê yê Pakistanê Îmran Xan ku di 28ê cotmehê de ji bajarê Lahorê ber bi paytext Îslamabadê ve bi karwaneke otomobîlan bi rê ketibû, li bajarê Wezîrabad ê eyaleta Pencabê rastî êrîşeke çekdarî hatiye.
Hatiye diyarkirin ku di encama wê êrîşa kesên nenas de, karwana Îmran Xan hatiye gulebarankirin û Îmran Xan ji lingê xwe yê rastê bi sivikî birîndar bûye.
Serokwezîrê Pakistanê yê piştî Îmran Xan hatiye ser kar, Şehbaz Şerîf êrîşa ser karwana Îmran Xan şermezar kir û ragihand, wê lêkolîn û lêpirsîn li ser kesên êrîş kirine bê kirin û bûyer were ronîkirin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin