Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kesan xwe xeniqand

Li Rojhilatê Kurdistanê 3 kesan xwe xeniqand

PeyamaKurd - Li bajarên Mehabad û Îlamê yên Rohilatê Kurdistanê 3 kesan ji ber rewşa nebaş a jiyanê û têkçûna deruniyê întihar kir.

Dezgeha mafên Mirovan Hengawê ragihand ku doh li bajarê Îlamê xortekî 17 salî bi navê Mehdî Mihemedpûr xwe xeniqandiye ku sedem jî bêkarî û rewşa nebaş a jiyanê ye.

Dîsa heman rojê li gundê Xanege yê Mehabadê jî zilamekî kurd bi navê Hesen ji ber belengazî û hejariyê xwe xeniqandiye.

Hengawê ragihand ku du roj berê jî li Mehabadê xortekî 18 salî bi navê Sohrab Rostemî ji ber pirsgirêkên nav malbatê xwe xeniqandiye.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin