Berdevkê YNKê: Di demek nêzîk de YNK û PDK wê bicivin

Berdevkê YNKê: Di demek nêzîk de YNK û PDK wê  bicivin

PeyamaKurd - Civina Yekîtîya Niştimanî ya Kurdistan  YNKê bi Serokatiya Kosret Resûd Elî bi dawî bû. Piştî bi dawîbûna civînê Berdevkê YNKê Letîf Şêx Umer aşkere kir ku wê di demeke nêz de mektebên siyasî yên PDK- YNKê li hev bicivin. 

 Berdevkê Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê (YNK) Letîf Şêx Umer, di konferanseke rojnemevanî de aşkere kir ku Serok Barzanî nameyeke dostane bo Kosret Resûl Elî şandiye. Herwiha Mekteba Siyasî ya YNKê rêz û li wê peyama Serok Mesûd Barzanî girtiye û bi wergirtina nameyê jî Kosret Resûl Elî bi heman şêwazê nameyeke dostaniyê bo Serok Barzanî nivîsandiye.

Herwiha Letîf Şêx Umer da zanîn ku wê di demeke nêz de civîna YNK û PDKê birêve biçe û wiha got: “Hêlwêsta YNKê li ser sê binemaye bo rêkeftinê û çareserkirina kêşeyan. Em ê binemayên  xwe di civîna ligel birayên mekteba siyasî ya PDKê aşkere bikin.”

 

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin