PeyamaKurd – Nûnerê berê yê têkoşîna dijî DAIŞê di Hevpeymaniya Navdewletî de Brett McGurk bersiva twîta dawî ya Serokê Amerîkayê Donald Trump da ku îro gotibû, “Agirbest baş diçe, pevçûn bidawî bûn. Kurd li deverên nû têne bicihkirin. Petrol kete bin ewlehiyê. Leşkerên me vedigerin mal.”
McGurk got ku leşkerên Amerîkayê venagerin mal û wiha nivîsand:
“Leşkerên Amerîka venagerin mal. Piştî biryara nişkave ya ve derketina ji Sûriyê, diçin li dijî DAIŞê têkoşînê bidin ku li Iraqê ji nû ve zindî dibe. Kurd li herêmên nû bicih nabin, bilekis zorê didin wan ku terka herêmên ku heta niha lê dijin bikin.”
McGurk bertek nîşanî Trump da û wiha domand: "Ev ne planeke agirbestê ye. Ev daxwazeke wisa ye ku ji aliyê tundrewên piştgiriya Tirkiyê distînin ve valakirina bajarokan e ku ev jî taktîka Esed e ku bikar tîne. Kîjan petrol? Em ji bo gelê Amerîkayê ji DAIŞê biparêzin li Sûriyê bûn. Navê wezîrê te yê berevaniyê şaş hatiye nivîsandin. (Trump gotibû Esperanto ji Mark Esper re)”
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin