SOHR: Tirkiyê li Îdlibê milîseyên Îranê û Hizbullah Libnanê topbarên kir

SOHR: Tirkiyê li Îdlibê milîseyên Îranê û Hizbullah Libnanê topbarên kir

PeyamaKurd- Rewangeha Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku di encama êrişên Tirkiyê de bo ser Serakib û Idlibê 55 kes ji hêzên rejîma Sûriyê canê xwe ji dest dane ku di nava wan de endamên Hizbullah Libnanê û milîşeyên îranî jî hebûn.

Rewangeha Sûriyê SOHRê ragihand ku di encama êrişên emanî yên Tirkiyê de li Serakib û Idlibê 45 kes ji hêzên rejîma Sûriyê hatine kuştin.

SOHR herwiha da xuyakirin ku topxaneyên artêşa Tirkiyê rêya serekî ya M5 jî bombebaran kiriye.

Rewangeha Sûriyê di daxuyaniya xwe de herwisa dide zanîn ku li navçeya Serakibê 2 kes jê payebilind bi tevahî 10 çekdarên Hizbullaha Libnanê hatine kuştin.

Li gorî daxuyaniya rewangehê şer û pevçûnê di navbera hêzên rejîmê û komên çekdar ên ku Tirkiyê piştgiriya wan dike berdewam dike.

Roja Pêncşemê di encama êrişeke esmanî de li Idlibê de 36 leşkerên Tirkiyê jiyana xwe ji dest dabûn û bi dehan leşker jî birîndar bûbûn.

Şîrove (0)

Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!

Şîroveya xwe binivîsin