PeyamaKurd – Hat ragihandin ku Ukraynayê bi şev li herêmên cuda yên Rûsyayê bi 144 balafirên keşfê êrîş pêk anîn.
Di daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Rûsyayê ya roja Sêşemê 10ê Îlona 2024an (îro) da hat diyarkirin ku bi şev 144 balafirên bêpîlot êrîşî nuqteyên cuda yên welêt kirine.
Li gorî daxuyaniyê, hêzên berevaniya esmanî yên wî welatî di şevekê de 144 firokeyên bê firokevan ên Ukraynayê ku 20 ji wan li parêzgeha Moskowê bûn, îmha kirin.
Parêzgarê Herêma Moskowê Andrey Vorobyov ragihand ku li gorî saeta Moskowê saet 05:23’an hêzên parastina hewayî li herêmên Podolsk, Ramenskoye, Lyubertsy, Domodedovo û Kolomna’yê 14 balafirên bêmirov xistine xwarê.
Vorobyov di daxuyaniya xwe de diyar kir ku di êrîşa li navçeya Ramenskoye ya Moskovayê de jineke 46 salî jiyana xwe ji dest da û 3 kes jî birîndar bûn.
Ji ber metirsiya êrîşên balafirên bê mirov, seferên balafiran li balafirgehên Domodedovo, Vnukovo û Zhukovsky ên Moskovayê jî hatin rawestandin, li hin nuqteyên Moskovayê jî hatûçû hat qedexekirin.
Parêzgarê Herêma Kurskê yê bi wekalet Aleksey Smîrnov ragihand ku 12 balefirên bêfirokevan ên baskê sabit ên Ukraynayê li herêma Kurskê hatine xistin.
Hêj şîrove tune. Hûn şîroveya yekem binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin